Artêsa Îsraîlê: Hizbullahê nêzî 100 roket avêtin me

04 July 2024 11:02 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Hizbullahê nêzî 100 roket avêtin me

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê berpirsyariya êrîşa ku tê de 2 endamên Hizbullahê ku yek ji wan fermandarekî payebilind bû, li bajarê Sûrê li başûrê Lubnanê hatin kuştin, girt ser xwe.

Di dema ku artêşa Îsraîlê berpirsyariya êrîşa li ser bajarê Sûrê li başûrê Lubnanê girtibû ser xwe, ku di encamê de fermandarê meydanî yê Hizbullahê Mihemed Nîme Nasir û endamekî din hatin kuştin, hat ragihandin ku Hizbullah bi qasî 100 roket avêtine Îsraîlê.

Xeta sînorê Îsraîl û Lubnanê îro bi êrîşa hewayî ya li dijî wesayitekê li bajarê peravê Surê yê li başûrê Lubnanê dîsa çalak bû.

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya êrîşa ku Nasir, fermandarê meydanî yê Hizbullah a Lubnanê li Sûrê hat kuştin, girt ser xwe.

Artêşê îdia kir ku Nasir fermandarekî payebilind ê "Yekîneya Pîroz" a Hizbullahê li başûrê Lubnanê bû û berpirsê êrîşên li ser sînorê bi Îsraîlê re bû.