Hûsî: Me di nava 24 saetên dawî de li 3 kestiyan xistin

14 June 2024 11:32 0 dîtin
Hûsî: Me di nava 24 saetên dawî de li 3 kestiyan xistin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan di 24 saetên dawî de li Deryaya Sor û Deryaya Umanê 3 keştî bi moşekên balîstîk û balafirên bêmirov (ÎHA) xistine.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di axaftina xwe ya ku ji televîzyonê hat weşandin de diyar kir ku wan li Deryaya Sor û Deryaya Omanê 3 "operasyonên leşkerî" li dar xistin.

Serî destnîşan kir ku Hûsiyan li Deryaya Umanê bi moşeka balîstîk li keştiya Verbena xistin û agir bi keştiyê ket.

Serî diyar kir ku keştiyên SeaGuardian û Athena yên li Deryaya Sor jî rasterast bi moşekên balîstîk û balafirên bêmirov ketine, lê derbarê rêxistinên keştiyan de agahî nedan.

Serî destnîşan kir ku ev êrîş wek berteka serketina zilma li ser gelê Filistînê û êrîşên DYA û Îngilistanê yên li ser Yemenê hatin kirin.

Berdevkê artêşê bal kişand ser vê yekê ku "Heta ku êrîşên Îsraîlê neyên rawestandin û dorpêça ku li ser gelê Filistînê li Şerîda Xezzeyê li ser gelê Filistînê hatiye sepandin neyê rakirin, ev êrîş wê ranewestin."