Hûsî: Li Behra Sor û Kendava Farsê me li 3 kestiyan xistin

06 June 2024 10:00 0 dîtin
Hûsî: Li Behra Sor û Kendava Farsê me li 3 kestiyan xistin

PeyamaKurd - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan li Deryaya Sor û Kendava Farsê bi moşek û balafirên bêmirov li 3 keştiyan xistine.

Berdevkê Leşkerî Yahya Serî ji televîzyona El-Mesîra ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku wan 3 operasyonên leşkerî li Behra Sor û Kendava Farsê pêk anîne. Serî îddîa kir ku di operasyonên li Behra Sor de 2 keştî hatin hedefgirtin û keştiyên bi navê "Roza" û "Vantage Dream" aîdî şîrketên ku biryara qedexekirina ketina benderên Filistînê yên îşxalker binpê kirine.

Berdevka Leşkerî diyar kir ku keştiyên ku li Behra Sor hatine hedefgirtin bi balafirên bêmirov û moşekan hatine xistin, lê belê agahî nedaye keştî yên kê ne. Serî diyar kir ku operasyona sêyem jî li rojhilatê Kendava Farsê hatiye kirin, keştiya Amerîkayê ya bi navê "Maersk Seletar" ji aliyê balafirên bêmirov ve hatiye xistin.

Serî tekez kir ku hêzên leşkerî yên girêdayî Hûsiyan wê operasyonên xwe yên leşkerî ji bo piştgiriya gelê Filistînê bidomînin heta ku êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê rawestin û dorpêç were rakirin.

Derbarê mijarê de heta niha ji DYA û Îsraîlê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Halevî bal kişand ser aloziya li ser sînorê Lubnanê ji 8ê Cotmehê ve û got ku Hizbullah "berdêlek giran da".

Îsraîl a ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hizbullaha Lubnanê re şer dike.

Hat ragihandin ku di van pevçûnan de 325 endamên Hîzbullahê, 65 sivîlên Lubnanî, 19 Tevgera Amal, 13 Hamas, 15 endamên Cîhada Îslamî, 14 leşkerên Îsraîlê û 10 sivîlên Îsraîlî mirin.