Amerîka: 'Wî welatî' li Kendava Farsê kestiyek desteser kir

07 July 2023 11:00 0 dîtin
Amerîka: 'Wî welatî' li Kendava Farsê kestiyek desteser kir

PeyamaKurd Hêzên deryayî yên Amerîkayê diyar kirin, Pasdarên Şoreşa Îranê bi zorê keştiyeke bazirganiyê li avên navneteweyî li Kendava Farsê desteser kirine.

Berdevkê Fîloya 5emîn a Amerîkayê Fermandar Tim Hawkins diyar kir ku keştiya ku hatiye desteserkirin qaçaxçîtiyê ye.

Hawkings bal kişande ser wê yekê ku hêzên deryayî yên Amerîkayê çavdêriya rewşê dike û biryar daye ku destwerdanê di wê desteserkirinê de neke, Hawkings got, hêzên Amerîkî di hişyariyê de ne û amade ne ku mafê rêwiyaniyê ji bo hatinûçûna deryayî ya qanûnî li avên krîtîk ên Rojhilata Navîn biparêzin.

Hat destnîşankirin ku keştiya navborî tengasiyê nekiriye û hat texmînkirin ku îdiayên qaçaxçîtiyê belkî rast bin.