Amerîka mafê hemwelatîbûnê dide 550 hezar kesan

18 June 2024 19:00 0 dîtin
Amerîka mafê hemwelatîbûnê dide 550 hezar kesan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê îro 18ê Hezîranê rayedarên Washingtonê bernameya hemwelatîbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) eşkere bikin.

Li gorî bernameyê dê bi eşkerekirina bernameyê re, 500 hezar welatiyên ku 10 sal in li Amerîkayê dijîn û bi rêya zewacê bibin hemwelatiyên Amerîkayê. Herwiha wê 50 hezar zarokên wan jî mafê hemwelatîbûnê bi dest bixin.

Rayedarên kampanyaya Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandine ku wê bi vê bernameyê re derfeta hemwelatîbûnê ji bo sed hezaran koçberan bê dayîn.

Bernameya hemwelatîbûnê îro tê ragihandin û destpêkê mafê hemwelatîbûnê bo 550 hezar kesan tê dayîn.