Dibe ku Amerîka mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayikbûnê çêdibe betal bike

23 August 2019 12:05 0 dîtin
Dibe ku Amerîka mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayikbûnê çêdibe betal bike

PeyamaKurd - Amerîka, li ser bidawîkirina mafê hemwelatîbûnê ya bo kesên li Amerîkayê ji dayik dibin, bi awayekî cidî difikire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Sipî dîyar kir ku ew li ser mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayîkbûnê çêdibe lêkolînê dikin.

Trump got, “Tu dê sînor bi meş derbaz bikî, zarokê te dê li vir çêbe û her bijî, zarok bû hemwelatîyê Amerîka. Bi rastî ew tiştekî ecêb e.”

Trump par dabû zanîn ku dibe ku ew biryarnameyeke mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayikbûnê pûç dike, îmza bike, lê pisporên hiqûqê dîyar dikin ku ew dijî hiqûqê ye.

Li gor destûra Amerîkayê kesên li Amerîka ji dayik dibin mafê hemwelatîbûnê bi dest dixin.