El Beyan: Dibe ku berî dawîbûna proseya hilbijartinên Amerîka serê Lubnanê gûrtir bibe

03 November 2024 16:01 0 dîtin
El Beyan: Dibe ku berî dawîbûna proseya hilbijartinên Amerîka serê Lubnanê gûrtir bibe

PeyamaKurd – Li demeke ku beriya bidawîbûnaç proseya hilbijartinên 5ê Mijdarê yên serokatiya Amerîkayê behsa ragihandina agirbestekê li Lubnanê tê kirin, hate ragihandin ku îhtimal heye di hefteya dawî de şer hîn gurtir bibe.

Rojnameya El Beyan di nûçeyeke xwe de li ser "Rêkeftina Lubnanê" ya ku di rojeva Îsraîlê de ye bi zarê çavkaniyên siyasî daye xuyakirin, şerê Lubnanê bi nêzîbkûna hefteya dawî ya hilbijartinên serokatiya DYAyê re ber bi dawî ve diçe, lê metirsî hene ku di hefteya dawî de şer gûrtir bike.

El Beyan daye zanîn ku li gel erkê navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ku li Til Avîvê ye, danûstandinên agirbestê li Lubnanê "berdewam" in û lubnanî jî li hêviya encamên wê ne.

Hate gotin, li gorî çavkaniyên dîplomatîk,  şerê li Lubnanê "di demeke nêz de ranaweste".