Bayraktar: Em rojê 5 milyon m3 xazê hildiberînin
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayê Alparslan Bayraktar ragihand ku Tirkiye gihaye asta herî bilind ya hilberîna xaza xwezayî. Ew, têra 2 milyon malan xazê hildiberînin. Alparslan Bayraktar got:
“Em Îro gihane asta herî zêde ya hilberîna xaza xwezayî. Em rojane 5 milyon m3 xaz hildiberînin.”
Bayraktar ragihandina xwe di TV ya Habertürkê de bi zindî kir û behsa girîngiya xaza xwezayî di jiyana rojane de kir û got:
“Xaza xwezayî xelkê li malê û hem hemwelatiyên me di meskenan de bikartînin. Pêdiviya sanayiya me heye û em di elektrîkê de bikartînin. Li Tirkiyê ardûya bingehîn ya enerjiyê ye. Em xazê didin gundan. Em di hilberîna elektrîkê de bikartînin. Me berê ji derve dikirî lê bi keşfa xaza li Derya Reş, bû ku em bi xwe xaza xwe hildiberînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin