Ji bo Tirkiye bibe navenda xazê xebatên li ser projê dewam dikin
PeyamaKurd – Ajansa RİA Novosti ragihandiye ku ji bo xaza Rûsyayê li Tirkiyê navendekî ava bikin, li ser projê, avakirin û bazarkirina xazê, xebat dewam dikin. Berê berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov gotibû eger li Tirkiyê navendekî xazê ava bibe, wê di berjewendiyên her dû welatan de be.
Li gor ragihandina ajansa Sputnikê, çavkaniyekî ji Ankara li ser avakirina navenda xazê gotiye ku xebat dewam dikin û divê li ser avakirin û bazarkirinê axaftin bên kirin. Dezgeyên pêwendîdar yên hatine wezîfedarkirin, li ser dixebitin û pêvajo di bin kontrola serokên her dû dewletan de dewam dike.
Serokê Rûsyayê Putin pêşniyar kiribû ku xaza nikarin di ser xeta Kuzey Akım ê de bişînin Awrûpayê, dikarin jê re li Tirkiyê navendekî ava bikin û ji wê derê bişînin Awrûpayê. Putin got; ne tenê ji bo şandina xazê her weha ji bo danîna bihayê xazê dê karibin navendê bikarbînin. Erdoğan jî destekê da fikra Putin. Her dû serpereşt dezgeyên xwe yên pêwendîdar wezîfedar kirin da li ser mijarê biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin