Pistî Tirkiye qebûl kir ku Îsveç bibe endamê NATOyê Kanada ambargoya ser Tirkiyê radike

26 January 2024 22:30 0 dîtin
Pistî Tirkiye qebûl kir ku Îsveç bibe endamê NATOyê Kanada ambargoya ser Tirkiyê radike

PeyamaKurd – Piştî Tirkiye endamtiya Îsveçê ya NATOyê qebûl kir, Kanada ber bi Tirkiyê de gavekî avêt. Kanada ji sala 2020an heya niha di hinek babetan de ambargo daniye ser Tirkiyê lê niha bi Tirkiyê re li hev kir ku piştî pêvajoya endamtiya Îsveçê ya NATOyê biqede, wê peymana rakirina qedexeya sîlihan ya ser Tirkiyê rake.

Piştî biryara qebûlkirina endamtiya Îsveçê ya ji bo NATOyê di rojanama fermî ya Tirkiyê de belav bû, di asta dinyayê de gelek nermahî ji bo Tirkiyê çêbûn. Ji Amerîka ji bo firotin û nûjenkirina balafirên şer yên F-16an ji Amerîkayê peyamên nerm diçin Tirkiyê. Kanada jî dê qedexeya firotina çekan ya ser Tirkiyê rake.

Tirkiye ji Kanadayê perçeyan dikirî û di sîstema birêvebirina dronan (SIHA) de bikartanî. Her weha drone li hemberê Ermenistanê ji terefê Tirkiye-Azerbeycanê de dihatin bikaranîn. Kanada lewra qedexeyê danî ser firotina çekan ji bo Tirkiyê.