Serokê Konseya Atlantikê Kempe qebûl kir ku Çîn di enerjiya dikare nûh bibe de, li pêse
PeyamaKurd – Konferansa Konseya Atlantikê ya bi navê ‘Konferansa Enerjiya bi Ewle û Paqij ya Herêmî’ îro li bajarê Îstenbolê destpêkir. Di roja yekem ya konferansê de; çavkaniyên enerjiyê yên dikarin nûh bibin, hevkariya herêmî, bandora hilbijartina DYAyê ya li ser diyaloga kêşûhewayê, zencîre ya amadekariyê, madenên krîtîk, bazirganî û tora enerjiyê mijarên konferansê ne. Konferans 2 roj dewam dike.
Serokê Konseya Atlantikê Frederick Kempe, di konferansê de, pêşdebûna Çînê ya di enerjiya dikare nûh bibe de, qebûl kir û ragihand ku divê DYA di mijarê de xwe pêş bixe.
Kempe, piştî beşa konferansa îro li ser polîtîka energiyê raveyan kir û got ku Çîn di enerjiya rojê de, di hilberîna pîlan (batarya) de li pêşe. Kempe got ku DYA di seha zeka çêkirî de li pêşe û tişta ku qaîdeyên leystikê diguhirîne eve û yê qezenc dike ev e. Kempe weha dewam kir:
“Di seha enerjiya paqij de mîneralên krîtîk girîngin ku di hilberîna bataryan de tên bikaranîn. Yanî divê DYA di vê sehayê de xwe bi pêş bixe. Hêvî dikim ku di salên pêşiya me de, em ê vê reqabetê bibînin. Wê zencîra amdekariyê biguhire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin