Amerîka: Em rê nadin Sûriye bibe navenda terorê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ew rê nadin Sûriye bibe navenda terorê û got, hêzên nû yên li Sûriyeyê divê hêviyên civaka navneteweyî li ber çavan bigirin.
Blinken doh li salona konferansê ya Encumena Têkiliyên Derve (CFR) li New Yorkê bersiv da pirsên derbarê siyaseta derve ya Amerîkî.
Derbarê paşeroja Sûriyê de jî Blinken got, "Tenê çend roj berê em li Urdunê hatin cem hev. Her wiha me Tirkiye, Urdun, Misir, welatên Kendavê, Iraq û hin hevkarên xwe yên Ewropayê anîn cem hev. Û bi hev re ji bo hêviyên xwe yên pêşerojê yên li Sûriyeyê hin prensîb dan pêş."
Blinken got ku ew bi hemû komên ku derdikevin re di nav wan de Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku lîderê komên muxalîf ên li Sûriyeyê ye re di nava têkiliyê de ne û anî ziman ku hê jî metirsiya parçebûna Sûriyeyê heye û ev yek dikare encamên xerab ji bo gelê Sûriyê derxe.
Blinken diyar kir ku ew ê nehêlin Sûriye bibe navenda terorê û got, "Eger hêzên nû yên Sûriyeyê bi taybetî Heyet Tehrîr El Şam naskirin û piştgiriya navneteweyî dixwazin, divê hêviyên civaka navneteweyî li ber çavan bigirin."
Di daxuyaniyeke roja Çarşemê 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, serkirdeyê Tehrîr el-Şam Colanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku dorpêçên li ser Sûriyê rake.
Colanî herwiha daxwaz kir ku Heyet Tehrîr El Şam ku ew serkirdeyê wê ye ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin