“Amerîka li dijî me derê jî, em îznê nadin Îran bibe xwediyê sîlihên nukleerî

01 June 2021 23:07 0 dîtin
“Amerîka li dijî me derê jî, em îznê nadin Îran bibe xwediyê sîlihên nukleerî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu, bi sedema serokê nû yê MOSSAD ê David Barnea dest bi karê xwe yê nûh kir, di merasima destpêkirina kar yê Barnea de, ragihand ku ew îznê nadin Îranê da bibe xwediyê sîlihên nukleerî, welew bi Amerîka re bikevin nav dijberiyê jî.

Netenyahu got ku tehdîda herî mezin bo Îsraîlê hebûba sîlihên nukleerî yên Îranê ye û bang kir da operasyonên li dijî Îranê dewam bikin. Netenyahu her weha got ku li ser bernama nukleerî yê Îranê fikra xwe ji Joe Biden gotiye û weha dewam kir:

“Min ji hevalê xwe yê 40 salan re, bo Joe Biden got; ‘peyman bibe an nebe, bo Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî, ji destê me çi were em ê bikin’. Eger pêwist be em ji dijberiya dostê xwe Amerîkayê û tehdîda sedema hebûna Îsraîlê yekî ji wan bibjêrin, hebûna me dê biserbikeve.”