Serokwezîrê Belçîkayê De Croo bertekê nîsanî PKKê da: “Em îznê nadin van prokasyonan”

27 March 2024 22:13 0 dîtin
Serokwezîrê Belçîkayê De Croo bertekê nîsanî PKKê da: “Em îznê nadin van prokasyonan”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo li ser tevgerên PKKê daxwuyanî da û got:

“Xwepêşandanên ji bo rêxistinekî weka PKKê tên kirin ku PKKê li Ewrûpayê dikeve nav sinifa terorê, provakasyonên wan nayên tolerekirin. PKK li Ewrûpayê rêxistina terorê tê qebûlkirin.”

Axaftina De Croo, ket piştî civîna heyeta Ewlehiya Netewî ya Belçîkayê û di civîna çapemeniyê de got ku di rojên dawiyê de terefdarên PKKê li deverên cuda êrîşê Tirkan dikin û li ser êrîşan axifî. De Croo weha dewam kir:

“Xwepêşandana hezkirina rêxistinekî weka PKKê ku dikeve nav sinifa terorê û kirina provakasyonan nayê tolerekirin. Li Ewrûpayê PKK rewa nîne û em aşkera dibêjin: Divê provakasyon rawestin. Gelek kesên ji derve hatine tevî bûyerên şiddetê bûne lê di destê me de ti delîl tine ku li derveyê welat hatiye organîzekirin.”

Destekvanên PKKê bi grûbekî 150 kesî di 25ê Adarê de li Brukselê li ber Parlementoya Ewrûpayê barîkatan rakiribûn û êrîşê polîsan kiribûn.