Serok Barzanî tundûtujiya dijî xwepêsanderên Iraqê sermezar kir...

06 February 2020 19:15 0 dîtin
Serok Barzanî tundûtujiya dijî xwepêsanderên Iraqê sermezar kir...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibatê derbarê qeyrana li Iraqê û aloziyên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan da daxuyaniyek belav kir û tê de tundûtujiya dijî xwepêşanderan şermezar kir.

Serok Mesûd got: “Gelek dilgiranîn li pêşketinên tundî û rûdanên xwîniyên çend rojên derbasbûyî yên li Bexda û Necefê û gelek bi tundî şermezariya xwînrijandin û kuştin û bikaranîna tundutîjiya dijî xwepêşanderan dikin.”

Serok Barzanî daxwaz kir Hikûmeta Iraqê û dam û dezgehên fermî û peywendîdar erkên xwe yên li rêgirtina xwînrêhtin û parastina canê hemwelatiyan û xwepêşanderan bi cîh bînin û wiha pê de çû:

"Pêwîste aliyên siyasî jî ji bo gihîştina çareseriyê, bi zimanê eqil û mentîq muamele li gel vê qeyrana kûr de bikin ku rû li Iraqê girtiye. Her ji vir ve piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan û hemwelatiyan dûpat dikîn û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan û şehîdên rûdanên vê dawiyê ya Iraqê dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev du roj in xwepêşanderên Iraqê rastî êrîşên hêzên ewlekariyê û alîgirên bizava Sedr tên ku bi taybet li parêzgeha Necefê heta niha amarên kuştina 14 xwepêşandanan hatine tomarkirin.