Parêzer Ryder: Hemû giliyên li dijî Serokwezîr Barzanî li DYAyê hatine redkirin

09 October 2024 14:01 0 dîtin
Parêzer Ryder: Hemû giliyên li dijî Serokwezîr Barzanî li DYAyê hatine redkirin

PeyamaKurd - Parêzer û şêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li DYA'yê Joe Ryder ragihand ku doza li dadgeha DYA'yê li dijî Serokwezîr Mesrur Barzanî û 63 kesên din hatibû vekirin, hatiye biryardarkirin. Ryder diyar kir ku di dozê de derketiye holê ku gotinên li ser Herêma Kurdistanê "derew" in.

Joe Ryder di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê 9'ê Cotmeha 2024'an de got: "Tenê gotinên kesên ku gilî li dijî Serokwezîr û endamên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn hebûn û ji ber ku gotinên wan bê bingeh bûn, dadger gilî red kir."

Ryder anî bîra me ku doz berê ji bo 9 mehan hatibû paşxistin û got ku doza ku roja Çarşemê 2'yê Cotmeha 2024'an dîsa hatibû dîtin, ji aliyê dadger ve hatiye redkirin.

Ryder da zanîn ku dadgerê dozê destûr daye ku gilî li dijî Herêma Kurdistanê dîsa were vekirin, lê ji ber ku hêj belge pêşkêş nekirine, wî ji wan xwestiye ku belgeyên temam pêşkêş bikin. Ryder got: "Hemû sûcdarkirinên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li DYA'yê bê bingeh in, tenê gotinên sûcdaran hebûn, yanî îddiayên bê bingeh û vala bûn."