Esed: Em ji hemû hewlên serwerî û têkosîna dijî terorê ya bi Tirkiyê re amade ne

27 June 2024 17:18 0 dîtin
Esed: Em ji hemû hewlên serwerî û têkosîna dijî terorê ya bi Tirkiyê re amade ne

PeyamaKurd  Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, di çarçoveya ku Tirkiye rêzê li serweriya hemû axa Sûriyê bigire û ger pabendbûna xwe ji bo têkoşîna her cûre terorê eşkere bike, ew ji hemû hewldanê pêwendiyên navbekra Tirkiye-Sûriyê re amade ne.

Medya fermî ya Sûriyê ragihand, Esed li Şamê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Alexander Lavrentyev civiyaye.

Hate diyarkirin ku Esed li ser destpêkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê gotiye, ji bo başkirina pêwendiyan berî her tiştî divê Tirkiye rêzê li serweriya axa Sûriyê bigire.

Herwiha daye zanîn, di çarçoveya rêzgirtina serweriya erda Sûriyê de, ew ji hemû hewldanên têkoşîna dijî terorê re amade ne.

Lavrentyev jî gotiye, "Niha şert û mercên navbeynkariyê ji bo serketina danîna pêwendiyan ji her demê guncavtir in.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye û Sûriyê piştî destpêkirina şerê navxweyî di sala 2021yan de hemû pêwendiyên xwe birîbûn.