Esed hemû girêbestên bi kompaniyên Ramî Mexlûf re hilwesandin
PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ku ev demek e ji ber krîza aborî nakokiyên mezin di navbera wî û kurxalê wî yê karsaz Ramî Mexluf re berdewam dikin, vê carê jî hemû girêbestên bi kompaniyên Mexlûf re hilweşandin.
Di çarçoveya nakokiyên di navbera serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û kurxalê wî Ramî Mexlûf de, hikumeta Şamê di biryareke nû de, hemû girêbestên bi kompaniya Ramî Mexlûf re, yên girêdayî rêvebirin û beranîna bazarên azad hilweşandin.
Piraniya bazarên Sûriyê di destê Ramî Mexlûf de bûn ku ti hevrikê wî li Sûriyê nebû.
Li gorî biryarê, girêbestên bazarên azad ên bi Mexlûf re, li Cideydit Yabûs ku dergehekî sînorî bi Libnanê re ye, navenda Nesîb ya li ser sînorê Urdinê, navenda Bab El-Hewa ya li ser sînorê Tirkiyê, her wiha bazarên azad ên li bendergeha Laziqiye, bendergeha Tertûsê, balafirgeha Şamê, balafirgeha Helebê û balafirgeha Basil a li Laziqiyê, tên pûçkirin.
Herwiha girêbesta Ramî Mexlûf bi dezgeha Gumrikê ya hikumeta Şamê re jî bidawî dibe.
Di biryara rejîma Şamê de hatiye gotin, eger Mexlûf di nava 15 rojan de hemû pereyên jê tên xwestin nede, hikumeta Şamê wê dest deyne ser baregehên wî yên ku di beranîna bazarên azad de bikar tanîn, tevî tiştên di hindurê wan de.
Meha Nîsanê jî Şamê daxwaza 140 milyar lîreyên sûrî ji Mexlûf kiribû û 4ê Hezîranê jî, Esed dest danîbû ser kompaniya xeta telefonan ”Syria tel” a Mexlûf û karmendekî dewletê danîbû ser wê kompaniyê.
Herwiha Esed biryara qedexeya derketina ji welêt jî li ser Mexlûf sepandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin