Wezareta Dadê ya Iraqê hemû girêbestên zeviyan û çandiniyê yên heyama Sedam hilwesand

23 September 2020 17:08 0 dîtin
Wezareta Dadê ya Iraqê hemû girêbestên zeviyan û çandiniyê yên heyama Sedam hilwesand

PeyamaKurd – Piştî peyama tund a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya derbarê erebkirina navçeyên Kurdistanê û dest danîna ser zeviyên Kurdan, Wezareta Dadê ya Iraqê biryar da ku tevahiya girêbestên çandiniyê û zeviyan yên dema Sedam Husên werin hilweşandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û hewlên guhertina demografiya wan deveran ji aliyê erebên hawirde ve peyameke tund belav kiribû.

Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand, wan biryar daye tevahiya girêbestên çandinî û zeviyan, yên ku dikevin nav madeya 140 ya Destûra Iraqê û li ser bingeha guhertina demografiyê li parêzgehên Nînowa, Selahedîn, Kerkûk, Diyale, Necef, Kerbela û Enbarê hatine tomarkirin, bên hilweşandin heta Encûmena Wezîran ya Iraqê çareyekê ji wan arîşeyan re dibîne.

Piştî vê biryarê êdî erebên hawirde wê nekaribin bi hêsanî zevî û gundên kurdan li deverên Kurdistanî dagîr û zeft bikin.