Wezareta Dadê ya Iraqê: Sizayê darvekirinê di derbarê 20 hezar kesî de hatiye dayîn
PeyamaKurd – Xalid Şiwanî da zanîn, 20 hezar kes ji welatiyê sivîl li zindanên ser bi Wezareta Dadê de ne û 60 hezar kesên din jî li 28 girtîgehên welat hatine zindanîkirin.
Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî diyar kir, 8 hezar welatiyê sivîl bi tohmeta terorê hukmê darvekirinê derbarê wan de hatiye dayîn, lê belê wezareta wan nikare biryara darvekirinê di vê demê de cîbicî bike.
Xalid Şiwanî herwiha eşkere kir, 20 hezar kes ji welatiyê sivîl li zindanên ser bi Wezareta Dadê de ne, ji bilî wê jî 60 hezar kesên din jî li 28 girtîgehên welat hatine zindanîkirin.
Herî dawî got, cîbicîkirina sizayê darvekirinê bi biryara serokomariyê dibe, ne bi daxwaz û zextên aliyên siyasî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin