Amerîka: Em hêvîdarin sûda çavkaniyên gaza Kurdistanê ji bo hemû Iraqê hebe
PeyamaKurd - Berdevkekî bi navê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, “Em hêvîdar in ku sûda çavkaniyên gazê û şiyana hilberîna Herêma Kurdistanê ji bo hemû Iraqê hebe.”
Berdevkekî bi navê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser biryara Amerîkayê ya li ser hişyariya kirîna gaza Iranê ya Iraqê ji Rûdawê re gotiye, ew gava Washingtonê ya li hemberî Iraqê ji bo dilniyabûnê ye ku Îran ti hêsankariyên aborî û darayî bi dest nexe.
Wî berpisê Amerîkî daye zanîn, “Em hêvîdar in ku her Iraqiyek sûda çavkaniyên gazê bistîne û şiyana hilberîna Herêma Kurdistanê ji bo hemû Iraqê hebe. Ev derfetek e ji bo bihêzkirina pêwendiyên navxwe yên Iraqê.”
Berdevkê Wezaretê destnîşan kiriye, “Kompanyayên Amerîkayê jî amade ne û çavdêriya wê dikin ku di zêdekirina hilberîna gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê de alîkariya hikûmetê bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberiya Donald Trump biryar da ku Hikûmeta Iraqê ji bo hilberîna elektrîkê êdî gaza Îranê nekire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin