Amerîka fermandarên Sûdanê yên Hêzên Destekên Lezgîn xist nav lîsta res

15 May 2024 23:11 0 dîtin
Amerîka fermandarên Sûdanê yên Hêzên Destekên Lezgîn xist nav lîsta res

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê, fermandarên Sûdanê yên Hêzên Destekên Lezgîn ji ber şiddetê kirine xist nav lîsta reş. Amerîka ragihand ku şerê li Sûdanê dewam dike, jiyana bi sed hezarî kes di talûkê de ye û bang kir ku artêşa Sûdanê û HDLê êrîşên xwe bidin rawestandin.

Wezareta karên derve yê Amerîkayê bi nivîskî ragihand ku ew bûyerên li Sûdanê ji nêz de dişopînin û ji ber şiddetê givaşên li ser kesên pêwendîdar dewam dike.

Bi sedema şiddetên li Darfûrê rola wan gelek heye, ji fermandarên HDLê Ali Yagoub Gibril û Osman Muhamed Hamid Mohamed xistiye lîsta reş.

Artêşa Sûdanê di sala 2023an de dest danî ser desthilata Sûdanê lê dest ji desthilatê berneda û li dijî wan jî HDL ket nava şer û heya niha şerê wan dewam dike.