Amerîka ji bo personelên xwe yên li Sûdanê derxîne wê hêzên xwe bisîne herêma nêzîk

21 April 2023 11:36 0 dîtin
Amerîka ji bo personelên xwe yên li Sûdanê derxîne wê hêzên xwe bisîne herêma nêzîk

PeyamaKurd – Amerîka ji bo tehliyekirina personelên xwe yên li Sûdanê ku pevçûn lê dijwar dibin, leşkeran li herêmeke nêz bi cih bike, lê hê biryareke tehliyekirinê nehatiye dayîn.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Kirby bi bîr xist ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ew ê ji bo valakirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xertûmê ji ber zêdebûna pevçûnên li Sûdanê, eskeran bişînin herêmê, Kirby got, Serokê Amerîkayê Joe Biden geşedanan ji nêz ve dişopîne.

Kirby da zanîn, Biden talîmat da artêşê ku ji bo valakirina muhtemel leşkeran li deverek nêz bi cih bike û ger biryarek valakirinê were girtin vebijarkên muhtemel binirxîne.

Kirby eşkere kir, heta niha biryara valakirinê nehatiye dayîn û tekez jî li ser wê yekê kir ku armanca wan li ser wê yekê ye ku di navbera aliyan de agirbest were ragihandin.

Kirby bal kişand ser vê yekê ku pêwîstî bi malzemeyên alîkariyên mirovî yên wekî derman, xwarin û av heye û da zanîn, "Rewşa Xartûmê xerab e. Ji bo rawestandina vê tundiyê em bang li her du aliyan dikin."

"Em ê her gav li komek amûr û şiyanên ku divê em bikar bînin ji bo neçarkirina her du aliyan ji bo rawestandina vê tundûtûjiyê binihêrin," Kirby li ser cezakirina muhtemel a ji bo partiyên Sûdanê got.

Kirby diyar kir ku personelên balyozxaneyê ji bo ewlehiya wan hewl didin wan li heman cihî bi cih bikin, di heman demê de ti nîşan tune ku her du alî bi qestî Amerîkîyên li Sûdanê dikin hedef.

Kirby teqez kir, hin wesayitên Amerîkî ketine ber gulebaranê, got ne diyar e ka kesên ku gulebaran kirine dizanin ku ew wesayît karwanek Amerîkî ye.

Kirby diyar kir, wan bi rêyên dîplomatîk bangên agirbestê ji aliyên Sûdanê re ragihandine.