Esed dest danî ser hemû mal û milkên kurxalê xwe Ramî Mexlûf
PeyamaKurd – Piştî aloziya navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û kurxalê wî yê karsazê herî mezin ê Sûriyê Ramî Mexlûf, hat ragihandin ku Esed bi hinceta nedana baca zêdetirî 120 milyon euroyan dest daniye ser hemû kompanî û milkên Mexlûf.
Çend roj berê li ser fişarên rêveberiya Esed, Ramû Mexlûf cara sêyem li ser Facebookê vîdyoyek belav kiribû û gotibû, ew ji ser kompaniyên xwe bi taybet jî ji rêveberiya Syriatelê venakişe.
Lê belê rêveberiya Şamê mohlet dabû Mexlûf ku îro jî di medya cîhanê de hatiye belavkirin, Esed dest daniye ser hemû mal û milkên Mexlûf û malbata wî.
Ev demek e şerê Esed û kurxalê wî dewam dike ku Rûsya deynê xwe ji Esed dixwaze û Esed jî bi rêya bacên zêde û destdanîna ser kompaniyên Mexlûf dixwaze nefesekê bistîne.
Herwiha di medya Rûsî de piştgirî bo Ramî Mexlûf tê dayîn û rêveberiya Esed jî di demên dawî de gelek tê rexnekirin û tawanbarkirin.
Kompaniyên Ramî Mexlûf di lîsteya dorpêçên aborî yên Amerîkayê de ne ku Amerîka ev yek wekî fişarekê li ser rêveberiya Esed bikar tanî.
Ramî Mexlûf li hember Esed serî hilda: Venakişim!

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin