Washington Post: Amerîka ji nû ve dest bi hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re dike

07 December 2022 14:33 0 dîtin
Washington Post: Amerîka ji nû ve dest bi hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re dike

PeyamaKurdRojnameya “Washington Post” ji zarê berpirsên rêveberiya Amerîkî diyar kir, Wezareta Berevaniyê xwe amade dike ku hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re li bakurê Sûriyê ji nû ve destpê bike û berfireh bike.

Rojnameya Amerîkî da zanîn, berpirsên Amerîkî pêşbînî dikin ku ev pêngava  Pentagonê, pêwendiyên bi Tirkiyê re aloztir bike, bi taybet ku Tirkiye HSDê bi êrîşa meha borî ya li Stenbolê tohmetbar dike.

Herwiha Washington Postê eşkere kir, 3 berpirsên hikûmî yên Amerîka ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, di wê baweriyê de ne ku Enqere wê bersiva biryara Washingtonê bi şandina hêzên bejayî bo bakurê Sûriyê bide” wek çawa berê jî gefa wê xwaribû.