Washington Post: Amerîkayê, Ukrayna bi tundî hisyar kir!

07 November 2022 17:00 0 dîtin
Washington Post: Amerîkayê, Ukrayna bi tundî hisyar kir!

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Rojnameya Wall Street Journal (WSJ), di navbera Rusya û Amerîkayê de bi awayekî veşarî li ser rewşa Ukraynayê hevdîtin hatine kirin. Li gorî Washington Postê jî rayedarên Amerîkayê, li ser hin mijaran rayedarên Ukraynayê bi tundî hişyar kiriye.

Hat diyarkirin ku çavkaniyên Amerîkî ev agahî dane rojnameya WSJê û gotine ku “Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka SpîJake Sullivan, di hefteyên borî de ligel şêwirmendên payebilind ên Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir; Putin Yuri Ushakov û Nikolai Potrushev re hevdîtinên veşarî kirine.

Hat ragihandin ku armanca van hevdîtinên veşarî ew bûye ku li dijî hegera bikaranîna çeka nukleerî ya li Ukraynayê bê derketin û xetereya zêdebûna pevçûnan bê kêmkirin.

Her wiha li gorî rojnameya Washington Postê jî ragihandiye, rayedarên Amerîkayê ji ber ku peyamenên zext didin raya giştî ya cîhanê, rayedadarên Ukraynayê hişyar kiriye û xwestiye ku ew dev ji van peyaman berdin û rêyek vekin da ku ligel Vladimir Putin hevdîtin bên kirin.