Washington Post: Ukraynayê plan kiriye ku bi rêya HSDê êrîsî hêzên Rûsî bike!

21 April 2023 20:10 0 dîtin
Washington Post: Ukraynayê plan kiriye ku bi rêya HSDê êrîsî hêzên Rûsî bike!

PeyamaKurd – Rojnameya Washington Post a Amerîkî li ser belgeyên Wezareta Berevaniya Amerîkayê yên derbarê Ukraynayê de ku hatine dizîn û eşkere kirin, derbarê Hêzên sûriya Demokratîk (HSD) de, îdiayeke balkêş avêt holê.

Li gorî nûçeya Washington Postê, di wan belgeyên hatine îfşakirin de, agahiyên ku îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê plan kiriye, bi rêya HSDê êrîşeke veşartî li dijî hêzên Rûsî bike, hene.

Li gorî hurgiliyên planên êrîşê, ger serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, nikaribe operasyonê rawestîne jî berdewama wê pêvajoyê jî hatiye vegotin.

Rojnameyê daye xuyakirin ku di planê de, êrîşa dijî hêzên Wagner ên Rûsî bi rêya dronan ji aliyê HSDê ve, ber mercê ku garantiya veşarîbûnê bê dayîn, hatiye pêşniyarkirin.

Herwiha mercê HSDê yê ku li herêmên Kurdan êrîşî çeperên Rûsî neyê kirin jî di belgeyê de cî girtiye.

Di nûçeyê de, hatiye diyarkirin ku divê zehmetî û gumanên li ser vê operasyonê werin tespîtkirin û dibe Amerîka jî fişarê bike.