Washington Post: Îsraîlê du caran êrîsî ser kargehên kîmyewî yên Esed kiriye
PeyamaKurd – Rojnameya Washington Post bi zarê çavkaniyên îstixbarî ragihand ku Îsraîlê li Sûriyê du caran êrîş biriye ser kargehên kîmyewî yên girêdayî rejîma Esed.
Rojanmeyê diyar kiriye ku balafirên şer ên Îsraîlê di Adara 2020an û Hezîrana 2021ê de du caran êrîşî kargehên madeyên kîmyewî yên Esed kiriye ku êrîşa yekem li Hûmsê bûye ya duyem jî li nêzî gundê Nasiriyaj ê Şamê bûye.
Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin ku di êrîşên ser kargehên kîmyewî û baregehên leşkerî yên rejîma Sûriyê de, fermandarekî di laboratuara leşkerî de dixebite û endezyarek jî di nav de 7 kes hatine kuştin.
Rayedarên Îsraîlî ji Washington Post re îdiayên lêdana kargehên kîmyewî piştrast nekirine, lê Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Elazar Stern bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew dê destûrê nedin rejîma Sûriyê madeyên kîmyewî bi dest bîne.
Stern herwiha gotiye, "Cîraneke me ya ku li dijî gelê xwe çekên kîmyewî bikar aniye heye. Divê çekên kîmyewî di destê Esed de tune bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin