Ji Washington Post îdiaya Iraqê: Plana êrîsê dikin

29 March 2020 23:38 0 dîtin
Ji Washington Post îdiaya Iraqê: Plana êrîsê dikin

PeyamaKurd - Rojnameya The Washington Post a Amerîkî ragihand ku komên çekdarên alîgirên Îranê plana êrîşkirina ser hêzên Amerîkî yên li Iraqê dikin.

Rayedarekî leşkerî ji rojnameyê re ragihandiye ku milîşeyên li ser navê Îranê li Iraqê kar dikin, dixwazin êrîşî hêzên Amerîkî bikin û got: “Her roj raporên planên wan komên çekdar ên êrîşên bi ser hêzên Amerîkî yên Iraqê de tên.”

Herwiha rojnameya The New York Times doh di nûçeyeke xwe de ragihandibû ku Amerîka ji bo rûbirûna komên çekdarên girêdayî Îranê plana şandina bi hezaran leşkeran bo Iraqê dike.

Li aliyê din koma Ketibeyên Hizbullaha Iraqê ya nêzîkî Îranê çend roj berê dabû xuyakirin ku Amerîka plana êrîşê li ser wan dike û wan jî ji bo wê rahênaneke leşkerî li Bexdayê pêk aniye.