Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Tu plana me ya sandina leskeran a bo Sûriyê nîne.

07 December 2024 10:02 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Tu plana me ya sandina leskeran a bo Sûriyê nîne.

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Bessam Avadî diyar kir ku tu plana wan a ji bo destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê tune ye û got, “Hikûmeta Sûriyeyê daxwaza alîkariya leşkerî ji me nekiriye. Em rê nadin rewşeke ku ewlekarî û serweriya me tehdîd bike.”

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Besam Avadî ji Rûdawê re behsa bûyerên dawî yên Sûriyê û ewlehiya herêmê kir.

Avadî got: “Em rê nadin tu aliyî ku gefê li ewlekarî û serweriya me bike. Hikûmeta Sûriyeyê derbarê krîza niha de daxwaza piştevaniya leşkerî ji me nekiriye.”

Avadî diyar kir ku rewşa Sûriyeyê xerabtir bûye û her diçe bi metirsiyên zêde re rû bi rû ye û got, “Lê belê tu daxwaza alîkariya leşkerî ji me nehatiye kirin. Weke Iraqê plana me ya şandina leşkeran bo Sûriyeyê nîne.”

Avadî derbarê rewşa ewlekarî ya li ser sînorê Iraq û Sûriyê de agahî da û tekez kir ku sînor girtî ne û bi temamî di bin kontrolê de ne. Avadî got, “Ji bo zêdekirina ewlehiya sînor me hêzên girîng ên piştgiriyê şandin.”         

Avadî anî zimên ku yek ji metirsiya herî mezin a li Sûriyeyê Kampa Holê ye û got, “Ev kamp metirsiyeke cidî ye. Serbestberdana şêniyên kampê dikare ji bo Iraq û herêmê xeteriyeke mezin a terorîstan peyda bike.”

Avadî amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq li ser hewlên xwe yên ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê berdewam e.