Washington Post: Lavrov hefteya bê serdana Amerîkayê dike
PeyamaKurd - Rojnameya Washington Post li ser zimanê rayedarên Amerîkî ragihand ku dîplomatên Rûsyayê dê serdana Washingtonê bikin.
Li gorî nûçeyê, tê pêşbînkirin ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov hefteya bê serdana Washingtonê bike.
Rojnameyê da xuyakirin ku di derbarê hevdîtina Lavrov a bi Turmp re agahiyên diyar tune ne û Koşka Spî jî diyarkirina agahiyên red kir.
Rayedarekî Amerîkî got ku dê Lavrov û Pompeo mijarên ser welatên wekî Ûkraniya, Sûriyê, Venezuela û dozên qedexekirina çekan biaxivin.
Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova jî ragihandibû ku amadekariyên serdana Lavrov têne kirin, lê ti agahiyên hurgilî nedabûn.
Serdana Lavrov bo Amerîkayê ji sala 2017an ve, dibe serdana Rûsya ya yekemîn bo Washingtonê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin