Washington Post: Esed dest datîne ser pereyên kompaniyan û xelkê

07 December 2021 22:01 0 dîtin
Washington Post: Esed dest datîne ser pereyên kompaniyan û xelkê

PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî Washington Postê ragihandiye ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dest datîne ser pereyên kompanya û xelkê û ev kar jî wekî şerê Esed ji bo bidestxistina pereyan nirxand.

Rojnameya Amerîkî Washington Postê diyar kiriye, Esed ji 2020ê ve dest bi vî karî kiriye, dema desthilata Sûriyê berpirsên cîbicîkar ên Kompanya MTN desteser kirin.

Berpirsekî cîbicîkar ê kompanyayeke Sûrî ji rojnameya Amerîkî re gotiye: "Karê kompanyayan li Sûriyê zêde zehmet bûye û hemû bûne armanca tolhildana hikûmetê û ti kes nizane pereyên hikûmet dest datîne ser wan diçin ku derê."

Herwiha pisporên aborî yên Sûrî jî ji Washington Post re dane xuyakirin, pêdiviya Esed zêde bi pereyan heye daku mûçeyê îstixbarat û alîgirên xwe û herwiha deynên Rûsya û Îranê jî bide.