Washington Post: MÎTa Tirk 11 zilamên Zindastî yên ji îstixbarata Îranê re dixebitîn desteser kir
PeyamaKurd - Rojnameya The Washington Post a Amerîkî ragihandiye ku îstîxbareta Tirkiyê (MÎT) 11 kesên îranî bi tohmeta hevkarî û peywendiya ligel mafyager Zindaştî û ji bo îstixbarata Îranê revandina mûxalîfê deshilata Îranê desteser kirine.
Li gorî nûçeyê îstîxbarata Tirkiyê (MIT) di encama lêpirsîna derbarê revandina mûxalîfê Îranî Habib Chaab de xwe gihandiye agahiyan wan kesan.
Di nûçeya wê rojnameyê de hatiye diyarkirin, Habib Chaab piştî 14 sal jiyana sirguniyê li Swêdê, roja 9ê Cotmehê hatiye Tirkiyê û ji wê rojê ve çarenivîsa wî ne diyar e.
Hevalekî Chaab yê bi navê Fouad Kabi ji wê rojnameyê re diyar kiriye, ji ber ku wan dizanî tevgera sîxurên Îranî ya li Tirkiyê zêde ye, wan nedixwast Chaab biçe Stenbolê, tevî wê yekê jî Chaab serdana Stenbolê kir.
Hevalê wî diyar dike, piştî demeke kurt ji çûyîna Chaab bo Stenbolê, peywendiya li gel wî qut bûye û li medya Îranê nûçeyên girtina wî belav bûne ku bi peywendiya êrîşeke li dijî merasîmeke serbazî ya berî 2 salan li Îranê hatiye tohmetbar kirin.
Berpirsekî Tirk ji rojnameyê re ragihandiye ku MITê di encama lêkolîneke hûr de nihêniyên li pişt wê bûyerê zelal kirine; Habib Chaab ji aliyê karsazê Kurd Nacî Şerîfî Zindaştî ve hatiye revandin û hatiye îdîakirin ew karsazê Kurd ê xelkê Urmiyê ji bo îstîxbareta Îranê kar dike û karê qaçaxtiya madeyên hişber dike.
Li gor wê nûçeyê hevjîna wî ya berê ya bi navê Saberin S. daxwaz kir ku wî bibîne û bi soza ku dê 100 hezar Euro deyn bide, Chaab vexwend bo Stenbolê û ew jî roja 9ê Cotmehê gihîşt Beylikduzu û li mînîbusekê siwar bû û piştî wê jî agahî jê nehatin wergirtin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Chaab ji aliyê kesên bo Zindaştî kar dikin ve, bi rêyên alternatîf bo Wana Bakurê Kurdistanê hat veguhastin û ji wir jî derbasî Îranê hat kirin.
Piştî vê MITa Tirkiyê lêpirsîna derbarê bûyerê de berfireh kir û bi tohmeta ku bo Zindaştî kar dikin, 11 kesên hemwelatiyên Tirkiyê desteser kirin.
Heta niha karsazê Kurd Nacî Şerîfî Zindaştî ti agahî derbarê bûyerê de nedane û The Washington Post dibêje, wan derbarê bûyerê de e mail bo Zindaştî rê kiriye lê bersivek wernegirtine.
Beriya niha Nacî Şerîfî Zindaştî li Twitterê peyamek belav kiribû û tohmetên kuştin û qaçaxçîtiya madeyên hişber red kiribûn.
Di wê nûçeyê de tê gotin, Zindaştî di temenê xwe yê 20 saliyê de biryara cezayê darvekirinê derbarê wî de hat dayîn û paşê ji Zindana Evîn a Tehranê reviya ku navê wê zindanê bi xerabî belav bûye.
Rojnameya Amerîkî daye zanîn, Habib Chaab ji bo serxwebûna pêkhateya Ereb a li Îranê kar dikir û Rêveberê Şaxa Swêdê ya Tevgera Têkoşînê ya Ereb Ehwazê bû û ji ber vê îstîxbarata Îranê li pey wî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin