Washington: Wê nûnerên Kurd tevî civîna komîta Bilind ya koordinasyona Amerîka-Iraqê bibin
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Matthew Miller ji Rûdawê re ragihand ku wê nûnerên Kurd tevî civîna Komîta Bilind ya Koordinasyona Amerîka-Iraqê bibin.
Berdevk Matthew Miller, got ku Amerîka di nav çarçova Iraqekî federal de destekê didin Kurdistanekî bi hêz û berxwedêr û dewam kir:
“Em hukumeta Iraqê û hem hukumeta Herêma Kurdistanê teşwîq dikin da pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden, wê di 15ê Nîsanê de li Koşka Sipî pêşwaziya serokwezîrê Iraqê Sûdanî û heyeta pêre bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin