Li Parlamena Iraqê nûnerên Kurd civîna bo deynên navxweyî boykot kirin

12 November 2020 11:30 0 dîtin
Li Parlamena Iraqê nûnerên Kurd civîna bo deynên navxweyî boykot kirin

PeyamaKurd – Parlamena Iraqê îro danê sibê ji bo dengdana li ser projeyayasaya wergirtina deynên navxweyî kom bûn. Nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî Hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn û civîn boykot kirin.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlamena Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlamena Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û yên din radestî Bexdayê bike, pişt re pereyên xwe bistîne. Ev jî beravajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

Di rûniştina Parlamenê de di navbera nûnerên Kurd û Şîa de nîqaş derket û pişt re nûnerên Kurd ji rûniştinê derketin.

Do Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamen) derbarê pesendkirina projeyasaya deynê ji bo temamkirina kêmbûna budceyê û dabînkirina mûçeyan li Iraqê civiyabû.