Kurd û Sune besdarî civîna Parlamena Iraqê ya ‘derxistina Amerîka’ nabin!
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro civîneke awarte bi mijara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê saz dike ku fraksiyonên Kurdistanê beşdar nabin.
Hat ragihandin ku parlamenterên ji bo civînê kom bûne, zêdetir ser bi fraksiyona Bîna, fraksiyonên Şîe ve ne ku hejmara wan nêzikî 100 kes e û ti parlamenterekî Kurd û Sunne amade nebûne.
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî, derbarê civîna parlamentoya Iraqê de ji medya Kurdistanê re got: “Em weke Kurd beşdarî civînê nabin.”
Viyan Sebrî diyar kir ku li gorî zanyariyên wan beşek ji Sunneyan jî beşdarî civînê nabin
Herwiha dema behsa civîna awarte tê kirin, Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbusî jî li Umana paytexta Urdinê ye.
Tê çaverêkirin di civîna awarte a parlamentoya Iraqê de gotûbêj li ser projeyasaya derxistina Amerîkayê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin