Hikûmeta Kurdistanê besdarî civîna NY ya li Cenevê dibe

26 October 2022 19:34 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê besdarî civîna NY ya li Cenevê dibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşdariyê li civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevê dibe ku civîn li ser kesên bi darê zorê hatine windakirin e.

Di civîna ku sibe 27ê Cotmehê li Cenevê bi sazkariya Wezareta Derve ya Swîsre tê lidarxistin de, nûnerên hikûmeta Kurdistan û Iraqê beşdar dibin.

Berpirsê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî yê Kurdistanê Dîndar Zebarîragihand ku di civînê de, ji bilî wezaretên derve yen Almanya û Swîsreyê rayedarên Xaça Sor a Navdewletî û NY jî beşdar dibin.

Zebarî daye zanîn ku ew civîn ji bo pêkanîna plana Herêma Kurdistanê ya mafên mirovan jî derfetek e.