Zebarî di civîna Cenevê de axivî: Divê aliyên navdewletî ji hewldanên Kurdistanê agahdar bin
PeyamaKurd - Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, li Cenêvê beşdarî civîna windakiriyên bi destê terorê bû û bal kişand ser hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarkirina revandiyên di destê DAIŞê de û got, divê aliyên navdewletî ji hewldanên Herêma Kurdistanê agahdar bin.
Di civîna ku Wezareta Derve ya Swîsreyê bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, îro 27ê Cotmehê li Cenevê hat lidarxistin de, Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê Kurdistanê Dîndar Zêbarî ku di heman demê de Serperiştyarê Bicihkirina Plana Herêmê bo Mafên Mirovan e, gotarek pêşkêş kir.
Zebarî pêşketinên plana Herêma Kurdistanê di proseya bicihkirin û lipeyçûna mafên mirovan li ser asta navdewletî bibîr xist û li ser qurbaniyên bi destê DAIŞê wiha axivî û hewldanên hikûmeta Kurdistanê wiha axivî:
“Piştî êrîşên terorîstên DAIŞê, Encûmena Wezîran lijneyeke wezarî pêk anî ji bo jenosîdnasandina tawanên DAIŞê û lijneyek jî ji bo rizgarkirina revandiyan ku hejmara wan gihîştiye 6 hezar û 417 kes, di nav wan de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Bi hewldanên berdewam ên Hikûmeta Herêmê, heta niha 3 hezar û 554 kes hatin rizgarkirin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi belgekirina tawanên DAIŞê kiriye, 5 hezar û 170 dosye hatine arşîvkirin, ji wê hejmarê jî zêdetirî 2 hezar û 324 dosye bi awayekî yasayî hatine temamkirin û 2 hezar doz jî heta niha di bin lêkolînê de ne, herwiha 2 hezar û 916 dosye wek winda hatine tomarkirin.”
Zêbarî li ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û UNITADê jî got: “Divê aliyên navdewletî ji nêz ve ji hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser hevahengiya ligel civaka navdewletî ji bo sizadana terorîstan, agahdar bin.”
Zebarî eşkere kir, di çarçoveya proseya arşîvkirina belgeyan de bi hevkariya UNITAD bi hezaran belge û dosye û vîdeo û wêne û tomarên deng ji fermangehên cuda cuda hatine komkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin