Plasschaert di civîna NY de axivî: Divê Iraq mafên Herêma Kurdistanê bide…
PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di rûniştina taybet bo Iraqê de li New Yorkê ragihand, komên çekdar li ser asayîşa Iraqê gef in û Iraq ketiye qonaxa herî metirsîdar.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, îro 4ê Cotmehê di civîna Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî de raporek li ser rewşa Iraqê pêşkêş kir.
Jeanine Hennis-Plasschaert bal kişand ser pêwîstiya gotûbêja niştimanî ya navbera aliyên siyasî yên Iraqî û got, niha Iraq di qonaxa herî metirsîdar re derbas dibe.
Plasschaert destnîşan kir, divê Iraq mafên Herêma Kurdistanê bide û ji bo bombebaranên van demên dawî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê jî got ku Îranê serweriya Iraqê binpê kiriye.
Plasschaert bibîr xist, rewşa siyasî ya niha ya Iraqê bandorên neyênî li ser welatiyan dike û xelkê Iraqê di vê rewşê de weke dîlên desteserkirî ne.
Herwiha li ser gotûbêjên aliyên siyasî yên bi serperiştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî Jeanine Hennis-Plasschaert got ku heta niha ti encam derneketiye holê.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî da zanîn, hemû aliyên siyasî ji bilî tometbarkirina hevdu, ti bijardeyeke wan a din tune ye, tevî hemû qurbaniyên welatiyan jî aliyên siyasî di peydekirina jiyaneke baş bo welatiyan de, têk çûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin