Civîna Blinken-Sudanî: Divê boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji nû ve were vekirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Es-Şîa Sûdanî dema ku ji bo beşdarî 79emîn Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.
Sûdanî û Blinken tekezî li ser vekirina boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê kirin.
Di hevdîtinê de behsa paşaroja hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û berdewamiya danûstandinên navbera Bexda û Washingtonê li ser vê mijarê hat kirin. Herwiha mijara xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de jî hat rojevê.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya derbarê hevdîtinê de hat destnîşankirin ku hewldanên ji bo pêşîgirtina li aloziyên li herêmê û girîngiya hevkariyên stratejîk ên Amerîka û Iraqê hatin nirxandin.
Blinken û Sûdanî biryardariya xwe ya ji bo peydakirina hevahengiya zêdetir di warê geşepêdana aborî de dubare kirin, herwiha tekezî li ser pêwîstiya vekirina boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê kirin.
Di civînê de guhertina erkê leşkerî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê hatiye avakirin jî hat gotûbêjkirin. Blinken diyar kir ku Amerîka wê piştgiriya xwe ya ji bo aramî, ewlehî û serweriya Iraqê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin