Blinken û Sah Ebdullah civiyan: Divê li Sûriyê hikûmeteke gistgir bê avakirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, îro 12ê Kanûnê gihîşt Urdinê. Blînken li bajarê Eqebeyê bi Şahê Urdinê Ebdullah re civiya.
Blinken, piştî hevdîtinê li hesabê xwe yê Xê ragihand ku her du aliyan di wê civînê de behsa guhertin û geşedanên Sûriyeyê kiriye û piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo Urdinê, ewlehî û aramiya Urdinê tekez kiriye.
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku wî bi Şah Ebdullah re behsa girîngiya veguhestina desthilata giştgir ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyê kiriye ku bi hêza gelê Sûriyeyê were ser desthilatê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin