Mesûr Barzanî û Nûnerê NY civiyan: Divê di hilbijartinan de binpêkirin çênebin

10 November 2025 16:34 0 dîtin
Mesûr Barzanî û Nûnerê NY civiyan: Divê di hilbijartinan de binpêkirin çênebin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Di civînê de, pêşketin û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û deverê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku divê di hilbijartinên sibe 11ê Mijdarê yên Parlamentoya Iraqê de binpêkirin neyên kirin.

Herdu alî li ser pêdiviya birêveçûna pêvajoya hilbijartinan di rewşeke aram û demokratîk û bê binpêkirin de hevnerîn bûn.

Herwiha herdu aliyan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan bibin sedema peydakirina ewlehî û aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser bingeha destûrê û baştirbûna rewşa xizmetkariyan û jiyana hemî welatiyên Iraqê.