Amerîka: Divê xeta boriya petrolê ya bi Tirkiyê re bilez bê vekirin

22 September 2023 17:19 0 dîtin
Amerîka: Divê xeta boriya petrolê ya bi Tirkiyê re bilez bê vekirin

PeyamaKurd - Cîgirê Alîkarê Wezîrê Serokê Amerîkayê û Koordînatorê Koşk Spî yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê yê ji bo enerjî û veberhênanê Amos Hochstein li New Yorkê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk anîn.

Koşka Spî li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Brett McGurk û Amos Hochstein gotine, ew pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê budçeyê de dikin.

Brett McGurk û Amos Hochstein tekezî herwiha destnîşan kirine ku divê xeta boriya navbera Iraq û Tirkiyeyê ku petrola Kurdistanê jî bo derve tê hinardekirin, di demeke herî nêzik de cardin bê vekirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî jî li ser civînê diyar kir, her du aliyan pêşxistina pêwendiyên Iraq û Amerîkayê di warên cuda de li gorî berjewendiyên her du welatan gotûbêj kirine.