Polonya: Xeta boriya petrolê ya wî welatî, deriziye

07 August 2023 00:00 0 dîtin
Polonya: Xeta boriya petrolê ya wî welatî, deriziye

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Polonyayê ve hat ragihandin ku di xeta boriya Druzhbayê ya ku petrola Rusyayê digihîne Ewropayê de derz çêbûye û petrol jê herikiye.

Operatorê xeta boriyê ya Polonî PERNê ragihand ku di yek ji du xetên beşa rojava ya boriya Druzhbayê de ku petrola Rusyayê digihêje Ewropayê, derzek çêbûye.

Li gorî daxuyaniya kompaniyê, êvara 5ê Tebaxê, nêzîkî Chodeczê ku li navenda Polonyayê, di yek ji du xetên beşa rojava de ku petrola xav digihêje Almanyayê, herikîna petrolê hatiye dîtin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku herikîn rawestiyaye û ji bo ku xeta duyemîn bê guhertin, xebat tên kirin û her wiha xetereya tenduristiyê jî li ser gelê herêmê tuneye.

Li gorî hat zanîn, Dezgeha Tîmên Agirkujiyê û yên PERNê li cihê bûyerê bûn, ewlekariya deverê kirin û hat ragihandin ku lêkolîna di derbarê sedema bûyerê de berdewam dike.