Amadekariyên ji bo aktîvkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê berdewam dikin
PeyamaKurd – Di çarçoveya amadekariyên vegerandina hinartina petrolê ji bo bazarên cîhanê bi rêya Tirkiyê, xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê bi ezmûnî kar kir.
Îro Înê 05.04.2024ê çavkaniyek ji kompanyaya petrolê ya Bakur (Şirketa Nefta Bakur) ji çapemeniya Iraqê re ragihand ku neft bi ezmûnî ji bo boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê hatiye şandin, da ku were zanîn ka ti şikestin û qutbûn hene yan na.
Wî rayedarê petrolê ragihand, kompanyaya Petrola Bakur, di çarçoveya lêkolîn û rênimayên Wezareta Petrolê ya Iraqê de, boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ku wê ji kêlgehên petrolê yên parêzgeha Kerkûkê heta Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dirêj bibe, amade kiriye.
Rêxistina terorîst a DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Neynewayê zirar da boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ku dirêjiya wê 350 kîlometre ye.
Hat diyarkirin ku niha berhemanîna şîrketê rojane 350 hezar bermîl e ku 10 hezar bermîl ji Urdunê û 100 hezar bermîl jî ji bo parzûngehên herêmî tê şandin.
Piştî biryara Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Parîsê di 25ê Adara 2023ê de, derbarê hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re, hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin