Kerkûk: BP li sê kêlgehên petrolê dest bi xebatan dike
PeyamaKurd - Şîrketa enerjiyê ya Brîtanî British Petroleum (BP) ji bo ji nû ve hilberîna li sê kêlgehên petrolê yên li Kerkûkê hefteya bê dest bi xebatê kir.
BP armanc dike ku berhemanîna petrolê li herêmê zêde bike li gorî rêkeftinekê ligel Şirketa Petrola Bakur a di bin kontrola dewleta Iraqê de.
Xebata 73 bîrên petrolê bi hezar karkerî destpê dike
Xebatên BPyê wê li ser 73 bîrên petrolê bi beşdariya 9 endezyarên Brîtanî û bi qasî 1000 xebatkarên herêmî bên kirin.
Parezgarê Kerkûkê Rêbwar Taha di daxuyaniya xwe ya li ser xebatên BPê de diyar kir ku ev peyman wê gelek alîkariyek mezin bide geşepêdana aborî ya bajêr û got, “Ev pêngav wê vejandina Kerkûkê misoger bike.”
Rêbwar Taha got, "BP ji bo me şîrketeke girîng e. Ji bo ku li herêma me kar bikin, em her cure piştgiriyê didin wan. Operasyona BPê ya li Kerkûkê wê di têkoşîna li dijî bêkariyê de bibe pêngaveke girîng û dahata me ya petrolê zêde bike. Di heman demê de wê gelek projeyên nû bên bicihanîn û bîrên kevin bên sererastkirin."
Hilberîna petrolê li Kerkûkê zêde dibe
Şîrketa Petrolê ya Bakur ku rojane 280 hezar bermîl petrol hildiberîne, piştî xebatên ku ji aliyê BP ve di nava du mehan de tê kirin, plan dike ku kapasîteya hilberîna xwe ji sedî 33 zêde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin