Bexda heyetekî sand Erbîlê û hevdîtinên îxracata petrolê destpêkirin

18 February 2025 22:45 0 dîtin
Bexda heyetekî sand Erbîlê û hevdîtinên îxracata petrolê destpêkirin

PeyamaKurd – Bexda heyetekî şand Erbîlê û hevdîtinên ji bo îxracata petrola Herêma Kurdistanê destpêkirin. Heyeta fermî wê li ser kirîna petrola Kurdistanê û hinartina petrolê ya di ser lîmana Ceyhanê de guftûgo bikin.

Regihandin ji aliyê wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulghani de hat kirin ku daxwuyaniya xwe dabû ajansa fermî ya Iraqê. Abdulgani got ku heyet ji cîgirê wezîrê îxracatê, beşên hûqûqê û aboriyê, rayedarên şîrketa SOMO pêkhatiye.

Wezîr Abdulghani got ku di mijarê de bi wezîrê çavkaniyên xwezayî yê Herêma Kurdistanê bi Kemal Muhammed re têkilî danîne û wê heyet li ser mekanizma sewqiyata petrolê hevdîtinan bike.

Ji ber wê budça Iraqê bikeve pratîkê, wê di nav 60 rojan de bihayê petrolê bê destnîşankirin. Piştî pêvajoya budçê destpêbike, divê pêvajoya îxracata petrolê jî destpêbike.