Sanda Kurdistanê: Ji hevdîtinên budçeyê encam derneket, Bexda siyaseta birçîkirinê dimesîne

04 September 2023 17:36 0 dîtin
Sanda Kurdistanê: Ji hevdîtinên budçeyê encam derneket, Bexda siyaseta birçîkirinê dimesîne

PeyamaKurd - Şanda danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji bo gotûbêjkirina pirsên petrol û budçeyê li Bexdayê ye, civîneke rojnamevanî li dar xist û bertek nîşanî hikûmeta Iraqê da.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di civînê de got: “Pereyên ku Hikûmeta Iraqê şandiye têra dayîna mûçeyan jî nake. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî hemû rêkeftinan bûye û erkên xwe bicih anîne. Hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftinan nabe.”

Hewramanî diyar kir: “Em ji qutkirina mûçe û dahata xelkê hest pê dikin ku Hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirina li ser xelkê Herêma Kurdistanê dimeşîne û vê wek amûreke guvaşê bi kar tîne.”

Berdevkê Hikûmetê got: “Ji bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînaran heye. Ew pereyê ku dê Hikûmeta Iraqê bişîne têra mûçeyan nake.”

Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab jî got, ti encam ji hevdîtinan derneketiye û wiha pê de çû: “Ew mafên darayî yên Herêma Kurdistanê binpê dikin. Bexda bi teqsîtan pere dişîne.. 500 milyar dînarên ku Bexda dê ji nav budçeyê bişîne û dahata Herêma Kurdistanê têra mûçeyan jî nake.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah jî di civînê de diyar kir ku yasaya budçeyê ji bo tolhildana ji Herêma Kurdistanê hatiye nivîsandin û wiha axivî: “Yasaya budçeyê bi dijberiya Herêma Kurdistanê dagirtî ye. Haya me ji vê niyeta xirab a Bexdayê hebû. Em danûstandinan ji bo niyeta xwe ya pak nîşan bidin didomînin.”

Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm jî got ku Serokwezîrê Iraqê dikare mûçeyan cuda bişîne û da zanîn, şandina tenê 500 milyarî ji budçeyê berevajî yasaya budçeyê û rêkeftinan û divê li gorî yasaya budçeyê Bexda her meh trîlyonek dînar bişîne.