Kabîneya Kurdistanê li ser encamên hevdîtinên Bexdayê û bicihanîna madeya 140 dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê roja Çarşema 7ê Kanûnê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser serdan û hevdîtinên Bexdayê yên şanda bilinda a Hikûmeta Kurdistanê û xebatên bo bicihanîna madeya 140 a destûra Iraqê bicive.
Hat zanîn ku wê di civînê de encamên serdan û civînên ligel şandên bilind ên Herêma Kurdistan û Bexdayê bên eşkere kirin û li ser wan nirxandin û gotûbê bên kirin.
Herwiha wê nirxandina li ser civînên ligel berpirsên payebilind ên Iraqê li ser mijarên budce, neft, gaz, deriyên sînor û Dîwana Çavdêriya Iraqê bê kirin.
Li gorî karnameya civînê wê mijara navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û xebatên bo bicihanîna madeya 140 jî bên gotûbêj kirin ku Parlamentoya Iraqê roja 27ê Cotmeha 2022yan di karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ew mijar jî pejirandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin