Encûmena Wezîran a Kurdistanê hevdîtinên serdana Bexdayê gotûbêj dike

15 January 2023 13:06 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Kurdistanê hevdîtinên serdana Bexdayê gotûbêj dike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Yekşemê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û hevdîtinên ligel Iraqê yên serdana şanda Kurdistanê û çend mijarên giring gotûbêj dike.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di  beşa yekem a civînê de encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê di 11ê Kanûnê têne pêşkêşkirin.

Hat diyarkirin ku wê Wezareta Samanên Sirûştî raporekê derbarê bicihanîna biryara berê ya Encûmena Wezîran, ya derbarê dabînkirina nefta spî ji welatiyên Herêma Kurdistanê re pêşkêş bike.

Di beşa sêyem a civînê de jî wê raporek li ser pêşketina bicihkirina plana mafên mirovan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî ve were pêşkêşkirin.